Şivanê Kurmanca (Şivanê Kurd) | Ereb Şemo

Romana Yekemîn a Erebê Şemo “Şivanê Kurmanca” ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve piştî 74 salan bi alfabeya Celadet Elî Bedirxan, ligel orjînala xwe hate çapkirin. Pirtûka ku bi alfabeya Latînî ya ku di 1929an de ji hêla Îsahak Margolovî hatibû çêkirin, di sala 1935an de ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Berhema Erebê Şemo, piştî 74 salan ku Weşanxaneya Lîsê çap dike ji aliyê nivîskar, wergêr û zimanzanê kurd Mustafa Aydogan ve hatiye amadekirin.

Di pêşgotina Mustafa Aydogan de gelek hêlên pirtûkê û yên Erebê Şemo derdikeve ber çavan. Aydogan di pêşgotina xwe ya dûvdirêj de, qala serpêhatiya berhemê dike.

“Romana kurdî ya yekem di sala 1935an de bi alfabeya Îsahak Marogûlov ve hatiye çapkirin. Piştre ji hêla Î. Orstrogoskaya ve wergerê zimanê rûsî hatiye kirin û Bazîl Nîkîtîn jî ji rûsû ev pirtûk wergerandiye Frensî. Nuredîn Zaza jî ev pirtûk ji Frensî wergerandiye kurmancî. Yanî Şivanê Kurd weke wergera wergera wergerê hatiye çapkirin û li nava kurdan belav bûye. Zaza dema pirtûk wergerê kurmancî dike nav weke Şivanê Kurd diguherîne. Bi vê çapa Weşanxaneya Lîsê re pirtûk bi zimanê xwe yê ewil jî tê veçapkirin û navê wê yê orjînal Şivanê Kurmanca derdikeve pêşberî xwendevanan.”

Maksîm Gorkî ji bo nivîskarê kurd Erebê Şemo wiha dibêje: “Gelê kurd bi zimanê nivîskarê xwe Ereb Şamîlovî qise dike…”

Reklamlar

Ridwan Xelîl hakkında

Misilman im, Mirov im, Kurd im, Kesekî Serbixwe û Azad im..

05/09/2013 tarihinde Berhem, Ereb Şemo (1897-1978) içinde yayınlandı ve , , , , , , , olarak etiketlendi. Kalıcı bağlantıyı yer imlerinize ekleyin. Yorum yapın.

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: