Şexmûsê Hesarê CEGERXWÎN

Cigerxwîn, navê wî yê birastî Şexmûsê Hesen e, di sala 1903’yan de li gundê Hesara girêdayî navçeya Kercosê ku we deme giredayî mêrdînê bû ji dayik bû.

Cegerxwîn ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz hatiye dinyayê, ji yanzdeh xwîşk û birayan tenê sisê mane: Şêxmûs, Xelîl û Asya.

Piştî ku di temenekî biçûk de dê û bavê wî çûne ser dilovaniya xwe xwîşka Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî bû, di destpêka şerê yekemîn yê cîhanê de, tevlû malbata xwîşka xwe binxet bû û bû penaber li welatê xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921’ê de xwendina xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya melatiyê wergirt. Piştî vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê Tell Şair kir û ji ber vê yekê jî navê Mele Şexmûs lê hate kirin.

Dema Cigerxwîn li gelek cihên başûr û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya medrese didomand, wî êş û azarên gelê Kurd ji nêzîk ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.

Cigerxwîn ji sala 1924’an û pê de dest bi nivîsandina helbestan kir. Piştî têkçûna serhildana Şex Saîd, hestên neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya ku ji aliyê rewşenbîrên Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir. Dilnermiya wî û mirovaniya wî û xwendina wî ya medresê bûn sedema wan berhemên wî yên ku bîna berhemên wêjeya klasîka Kurd jê tê:

Piştî demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal û paşverû. Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema bêbextî û êşa karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn û di heman demê de wa rê li azadî û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn. Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa civakî û parvekirina hêzan de di civakê de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî dihat, ji ber vê yekê jî helbestên Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî hêzdarên olî, şêx û mela bûn:

Cigerxwîn bi dil û can hewl dida piştgêriya têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya sala 1961’ê li başûrê Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê beşa Kurdiya Jorîn saz kir û ji bilî vê wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê de amade dikir. Ji sala 1959’an heta sala 1963’an Cegerxwîn li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî (neteweyî û sosyalîst) wî helbestên li ser evînê jî dinivîsîn, ku pirê caran êş û jana evînê tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî û şahiya evînê jî dikirin.

Gelek stranbêjên Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi kar anîn. Heşt dîwanên Cigerxwîn yên helbestan hatine weşandin, herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî û pirtûkên li ser folklora Kurdî. Bi kar û barê xwe û bi berhemên xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov dikare wî mîna nîşaneke neteweyî bibîne.

Cigerxwîn parabêtir jiyana xwe li Qamişlo borand, lê paşê mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û here Stockholmê. Li Stockholmê di 22yê êlûna/ kewçêrê sala 1984’an de diçê ser dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewşa mala xwe ya li Qamişloyê bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê helbestên wî hate bi cih kirin.

Pirtûka bi navê Têkoşîn, jiyan û berhemdariya Cegerxwîn, biboneya sedemîn salvegera jidayîkbûna helbestvanê mezin, ji hêla rojnameger Davut Özalp ve hatiye amadekirin.

Ji bo 100’emîn salvegera jidayîkbûna Cegerxwîn weşanên Avesta helbestên wî ji nû ve weşand.

Berhemên Wî

Helbest

Deh Dîwan Nivîsandine

  1. Prîsk û Pêtî(Agir û Pirûsk), 1945 Şam
  2. Sewra Azadî, 1954 Şam
  3. Kîme Ez? 1973 Beyrûd
  4. Ronak, Weşanên Roja Nû, 1980 Stockholm
  5. Zend-Avista, Weşanên Roja Nû, 1981 Stockholm
  6. Sefeq, Weşanên Roja Nû 1982 Stockholm
  7. Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm
  8. Astî, Weşanxana Kurdistan, 1985 Stockholm
  9. Salar û Midya
  10. Şerefnameya Menzûm

Ziman û Ferheng

  • Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda
  • Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda
  • Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda
  • Rêzimana Kurdî
  • Ferhenga Kurdî

Çîrok

  • Cim û Gulperî
  • Reşoyê Darê

Li ser dîrok û folklorê nivîsên wî hene

  • Folklora Kurdî
  • Tarîxa Kurdistan

Şexmûsê Hesarê, Mela şexmûs Helbestvan Çîroknûs û ronakbîr e. Helbestwanê Neteweyî ye.

Gazinda xanî di dwra wî de heye! Kowî dewleteke neteweyî dixwazê.

Berdevkê Miletê xwe ye. Helbestvanê neteweyî ye. Li gorî dewra xwe difikire. Fikren wî modern in.

Helbestvanê Neteweyî: Heger kesek li ser navê miletekî helbestan binivîsêne hewceye helbestên wî awayekî neteweyî reng bigire.

 

Di helbestên Cîgerxwîn de 2 temsîl hene.

EW

Şerîf û Dewlemend

Nivîşkê Teze

Ji bexçe(Welat) Diçinin

Xwedî

EM

Xulam û Feqîr

Rûnê Genî

Bexçevan

Dergevan

Kurdê ku bûye hevkarê biyaniyan.

Di helbestên wî de şiyarkirin heye. Şiyarkirin di helbestên wî de tê dubarekirin.

Serê hişkê ji kevir./Tê şikandin bi bivir

 

Di helbestên Cîgerxwîn de Ji bo dîrokê 2(duh û îro) rengên ku derketine holê

DUH

Xweş

Wextê Xurtemêriyê

(Rûstem û Selehaddîn)

ÎRO

Xerap

Wextê Qelsemêriyê

(Hevkarî û tevkarî)

 

Rexneya helbesta neteweyî hewceyî çareserîyê ye.

Çereserî
Newroza Duyem

Sorpel û Gurcik hesina berê

Lehiya Sor

Proleterya(NAsnameyeke neteweyî û çînî ye.)

Moderinbûna wî li ser neteweyîtiyê pêk tê.

Çîrokên wî fablkî ne.(Fabl û alogorîk in.)

Ziman sadeye Qafiye ritmek heye

Di dema wî de li dinya û suriyeyê Sosyalîzîm zindî ye.

 

Reklamlar

Ridwan Xelîl hakkında

Misilman im, Mirov im, Kurd im, Kesekî Serbixwe û Azad im..

21/04/2015 tarihinde Cegerxwîn (1903-1984) içinde yayınlandı. Kalıcı bağlantıyı yer imlerinize ekleyin. Yorum yapın.

Bir Cevap Yazın

Aşağıya bilgilerinizi girin veya oturum açmak için bir simgeye tıklayın:

WordPress.com Logosu

WordPress.com hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Twitter resmi

Twitter hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Facebook fotoğrafı

Facebook hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Google+ fotoğrafı

Google+ hesabınızı kullanarak yorum yapıyorsunuz. Çıkış  Yap / Değiştir )

Connecting to %s

%d blogcu bunu beğendi: