Kategori arşivi: M. Emîn Bozarslan

Kurdekî Welatparêz, Nivîskarekî Kedkar, Zimanzan û Lêkolînvanekî Heja Mehmet Emîn Bozarslan

Di tarîxa jîndariyê ya mirovayetiyê de tiştê herî girîng ked e. Mirovayetî, bi tesîra kedê gêhîştiye konaxa îroyîn. Di vê yekê de bi raya min tiştê balkeş ev e: Keda mirovayetî keda yeko yeko kedkara ye. Ev kedên yeko yek bi ser hev kombûne û îro jî bûne keda tevayî mirovayetî.

Mixabin, pirî caran keda van ‘yekan’ nayêne dîtin an ji nehatine dîtin. Çi bi zaneyî çi bi nezanî, gelek kedkar hatîne windakirin an jî winda bûne. Van kedkarên hêja, bê ku li pêy xwe şopa xwe bihêlin, ji nav me çûnin.

Bingeha Nivîskariya Bozarslan

Lê hinan jî, li hember hemû astengiyan berxwe dane û xwe dane qebulkirin. Hinekan her ku xwestîne wan windabikin, ew bê şop bihêlin; lê evana bi keda xwe dane diyarkirin ku, ‘em li vê derê nin’. Mehmet Emîn Bozarslan jî, yek ji vana ye. Ew, nivîskarekî kedkar, zimanzan û lêkolînvanekî hêja û her weha Kurdekî welatparêz û bê hempa ye.

Bozarslan, di sala 1935a de, li qeza Diyarbekirê (Amed) li Lîceyê ji dayîk bûye. Piştî xwendina xwe temam kiriye, dest bi meletiyê kiriye. Dura li wê heremê ku ji dayîk bûye, dest bi muftîtî kiriye. Ew, ji alî gelekan ve bi navê ‘Muftî’ dihat naskirin. Lê qasî ku min bîhistiye, leqabekî wî yê din jî, ‘Muftiyê Qomunîst’ bûye.

Çawa ku ‘telebe’ bi mana ‘şoreşger’ dihête karanîn, ‘qomunîst’ jî di nav Kurda de pirî caran ji dêvla welatparêzî, mafperestî ango ji bo kesên ku mafê Kurda û belengazan parastiye, hatiye karanîn. Bi gotinekî din, di raya giştî a Kurda de tu çiqas ji dewletê dûr bî, ewqas qomunîst î. Meleyên Kurda yên berê jî, hema bêje piraniya wan bi vî navî hatîne naskirin.

Tiştên balkeş ya nivîskar û lêkolînvanên Kurda, di Mehmet Emîn Bozarslan de jî tê dîtin. Ew jî bingeha welatparêziya xwe û her weha bingeha nivîskariya xwe, ji rewşa axa xwe ya bindest digre. Gelek deweran digere, rewşa gelê xwe yê xizan û bindestan dibîne û sedema vê yekê pirtûka xwe ya yekemîn ya bi navê ‘Şeyhlîk ve Ağalik’ (Axatî û Şêxtî) de di sala 1964a de şirove dike, raya xwe radixe ber gel. Pirtûka duyemîn a Bozarslan jî, li ser pirsa Kurdî ye. Di sala 1966a de, pirtûka Bozarslan bi navê ‘Doğu’nun Sorunlari’ (Pirsên Rojhilat) dikeve destê xwendevanan. Bozarslan, girîngiya ziman û hînkariya bi zimanê zikmakî jî, her weha di vê pirtûka xwe de cara yekemîn eşkere dike. Her du pirtûkên ewil yên Bozarslan, bi Tirkî ne û her weha li ser pirsên gel û heremê ne.

Ewil Elifbaya Kurdî

Ewil pirtûka Bozarslan ya bi Kurdî, ‘Alfabe’ ye. ‘Alfabe’, di sala 1968an de li Stenbolê hat çapkirin. Ev pirtûka, her weha ewil elîfbaya Kurdî ye ku, bi tîpên Latînî li Komara Tirkiye hatiye çapkirin. Ji bilî ‘Alfabe’yê, Bozarslan, ‘Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî jî wergêrandibû Tirkî û ev pirtûk jî di sala 1968a de tevlî Kurdiya wê ya orîjînal, li Stenbolê di nav Weşanên Hasat de hatibû çapkirin. Her du xebatên Bozarslan, ji alî dozkerên Amed û Stenbolê ve, di cî de hatin berhevkirin. Bozarslan jî hate zîndankirin. Ew, bi “xebata ji bo parçekirina Komara Tirkiye û sazkirina dewleteka Kurd a xweser” dihat sucdarkirin. Dozkerê Amedê, ‘Alfabe’ û ‘Mem û Zîn’a ku Bozarslan wergêrandibû Tirkî, wek “du dînamîtên ku Bozarslan xwestiye têxe binê siyaseta Komara Tirkiye” dişiband.

Doza ‘Alfabe’yê heta sala 1974a domkir. Di sala 1974a de, ji ber lêborîna giştî (genel af) doza Bozarslan ket, lê ‘Alfabe’ wekî hacetekî sucê hat dîtin û qedexekirina li ser wî dom kir. Ango, ‘lêborîn’ ji şexsa re bû; ji pirtûkan re ‘lêborîn’ tûne bû. Bi vê biryara dadgeha Komara Tirkiye, li tevayî dinyayê ewil car bû ku elîfbayek dihat qedexekirin.

Çapa ‘Alfabe’yê ya li Swêd jî, li Tirkiyê bû egerekî nijadperestiyê: Piştî sala 1979a ku Bozarslan derket dervayî welat, li Swêdê cîhwar bû û xebatên xwe li vî welatî domand. Çapa duyemîn ya ‘Alfabe’yê jî di sala 1980an de, li Swêd çêbû. Rojnama ‘Milliyet’ ev yeka wekî nûçeyekî sansasyonel di rûpela ewilîn de çapkir. Yê nizanibûya, wê bigota qey “li Swêdê şer derketiye”.

Çend Kurtegotin Li Ser Siyasetmedariya Bozarslan

Piştî ewqas eziyet û îşkence û zîndaniyê, Bozarslan neçar ma di sala 1979a de derket dervayî welat. Nefîkirin çiqas zor be jî, lê meriv dikare bêje ku, baş bû Bozarslan derket dervayî welat. Bê guman ew li Tirkiyê bimana, nedikarîbû ku ewqas berhemên hêja biafrîne; ewqas xizmeta zimanê Kurdî bike. Bozarslan, eger li Tirkiyê bijiya, ew hem berhemên xwe nedikarîbû ewqas bi azadî biafrîne, hem jî wê ji ber keda xwe ya hêja gelek salên xwe li zîndanê derbas bikira.

Bozarslan, di nav xebata DDKOyê (Devrimci Doğu Kültür Ocakları) de jî cîhê xwe girtiye. Tê zanîn ku DDKO, ewil komela legal e ku piştî têkçûna Serhildana Seyît Riza li Komara Tirkiye di sala 1969an de hatiye damezrandin. Ji kesên ku bîranînên xwe ya li derhaq DDKOyê de nivîsandine em zanin ku, di nav komelê de du şax bi eşkereyî xuya dikin. Yek ji van şaxa nêzîkî Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyê (TKDP) ye; ya din jî şexsiyetên çep in û pêywendiya wan bêtir bi FKF (Fikir Kulüpleri Federasyonu) û TİP (Türkiye İşçi Partisi) re henin. Bozarslan di nav van şaxan de bi taybetî li cîhekî nîne. Lê tesîra Bozarslan, di nav komelê de bêtir li ser ew xortên welatparêz ku xwe nêzîkî TKDP dihesîbînîn de, heye.

Piştî ku leşkerên Komarê di sala 1971a de dest danîn ser hukim, wekî gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd û Tirk, Bozarslan jî hem ji ber pirtûkên xwe hem jî ji ber endametiya DDKOyê kete zîndana Diyarbekirê û di doza DDKOyê de jî hat dadgehkirin. Xebatên Bozarslan, ji ber sazumana leşkerî heta sala 1974an sekinî an jî bi nêhînî dom kir. Di van salan de çi pirtûkên wî nehatin çapkirin. Bi lêborîna giştî re gelek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd ji zîndanan derketin û dest pê kirin rêxistinên xwe damezrandin. Bozarslan jî, carekî din bi eşkereyî dest bi wergêrandin û nivîsîna pirtûkan kir. Ew, durî rêxistinên Kurda nema, lê di nav tu rêxistinên ku wê demê hatibûn damezrandin de cîh negirt.

Ev yekê han bi raya min di vî warî de balkêş e: Bozarslan, bê guman tena serê xwe wekî rêxistinekî bû. Lê ji ber ku ne endamê rêxistinekî bû, tu rêxistin jî bi xûrtî alîkariya wî nedikir. Her weha di nivîsandin û çapkirin, bi taybetî jî firotina pirtûkên Bozarslan de ji bilî astengiya dewletê, astengiya hin ‘siyasetmedaran’ jî hebûn.

Bawer nakim ku li derhaq vê yekê de, tu kesek heta niha ji Bozarslan gazinekî bîhîstibe. Ew ji çi kesî gazina nekir, lê karê xwe jî bê westan domand. İro meriv bi dilekî rehet dikare bêje ku, pirtukên ku Bozarslan nivîsandine an jî wergêrandine, ji weşanxanêyan heta ji pirtûkxaneyên hinek rêxistinan dewlemendtir e.

Xebata Etîmolojiya Ziman

Bozarslan, piştî xebata evqas salan hê jî bê westan karê xwe didomîne û niha jî dest bi xebatekî din ya giranbiha kiriye. Ev xebata wî li ser rastnivîsandina (imla) peyvên Kurdî û her weha etîmolojiya ziman e. Ev xebata giranbiha berî çend salan li rojnama hefteyî, li Ronahî beş bi beş dest bi weşanê kir û niha jî li rojnama panzdeh roji, di Dema Nû de didome. Qasî ku ez zanim, li ser vê yekê heta niha li nav Kurdên Tirkiyê xebatekî bi vî rengî nehatiye çêkirin.

Hin pirtûkên ku Mehmet Emîn Bozarslan nivîsandine an jî wergêrandine ev in:

  • Şeyhlik ve Ağalık (çapa 1, 1964 Stenbol);
  • Doğu’nun Sorunları (çapa 1, 1966 Stenbol);
  • Alfabe (çapa 1, 1968 Stenbol, çapa 2, 3 û 4 Swêd);
  • Anarşistler (çapa 1, 1977 Stenbol);
  • Şerefname – Kürt Tarihi / Şeref Han (Wergêra Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1971 Stenbol; çapa 2, Weşanên Deng, 1998 Stenbol);
  • Meyro (çîrok, çapa 1, 2 û 3, Swêd; çapa 4, Weşanên Deng, Stenbol);
  • Mîr Zoro, (meselokên lawiran, çapa 1, 1981 Swêd; çapa 2, weşanên Deng, Stenbol);
  • Gurê Bilûrvan (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd);
  • Kêz Xatûn (meselokên lawiran, çapa 1, 1982 Swêd);
  • İçerdekiler ve Dışardakiler (çapa 1, 1974 Stenbol; çapa 2, 1983 Swêd);
  • Serketina Mişkan (meselokên lawiran, çapa 1, 1984 Swêd);
  • Pepûk (meselokên lawiran, çapa 1, 1985 Swêd);
  • Melayê Meşhûr (pêkenokên Kurdî, çapa 1, 1986 Swêd);
  • Şerefa Ristem Keya (kurteçîrok, çapa 1, 1992 Swêd);
  • Kemal Paşa Weledê Kê Ye? (meselokên siyasî, çapa 1, 1993 Swêd);
  • Gulî Xatûn (çîrokên gelî, çapa 1, 1997 Swêd);
  • Kurê Mîrê Masiyan (çîrokên gelî, çapa 1, 1998 Swêd);
  • Kürd Teavün ve Terakkî Gazetesî: Kovara Kurdî-Tîrkî (wergêr jî tîpên erebî bo tîpên latînî: M. Emîn Bozarslan. çapa 1, 1998 Swêd);
  • Jîn-Cilda Yekemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd);
  • Jîn-Cilda Duyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1985 Swêd);
  • Jîn-Cilda Sêyemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1986 Swêd);
  • Jîn-Cilda Çaremîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1987 Swêd);
  • Jîn-Cilda Pêncemîn (Kovara Kurdî-Tîrkî / wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1988 Swêd);
  • Masiyên Bejî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1987 Swêd);
  • Ji Dînan Dîntir (pêkenokên gelî, çapa 1, 1988 Swêd);
  • Ilmê Tûrik (pêkenokên gelî, çapa 1, 1989 Swêd);
  • Bûka Gulsûn (pêkenokên gelî, çapa 1, 1990 Swêd);
  • Mela Kulî (pêkenokên gelî, çapa 1, 1991 Swêd);
  • Kurdîstan: Rojnama Kurdî ya Pêşîn-Cild 1 (wergêr ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd);
  • Kurdîstan: Rojnama Kurdî ya Pêsîn-Cild 2 (wergêr jî tîpên Erebî bo tîpên Latînî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1991 Swêd);
  • Mem û Zîn / Ehmedê Xanî (wergêrê tîpên Latînî û Kurdiya xwerû: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1968 Stenbol; çapa 2, 1995 Swêd; çapa 3, Weşanxana Deng, 1997 Stenbol);
  • Kürtçe-Türkçe Sözlük / Yusuf Ziyaeddîn Paşa (Bi berhevkirin û wergêrandina Tirkî ya M. Emîn Bozarslan, çapa l, Weşanên Çira, 1978 Stenbol);
  • Tarihteki İlk Türkçe Ansiklopedide Kürdistan ve Kürdler, Şemseddîn Samî (Wergêr ji zimanê Osmanî bo Tirkî: M. Emîn Bozarslan, çapa 1, Weşanxana Deng, 2001 Stenbol);
  • Mervani Kürtleri Tarihi / Ibn-ül Ezrak (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1975 Stenbol; çapa 2 Weşanên Komkar, 1987 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1991 Stenbol);
  • Mahabad Kürd Cumhuriyeti / William Aegleton (wergêr M. Emîn Bozarslan, çapa 1, 1976 Stenbol; çapa 2, Weşanên Komkar, 1988 Almanya; çapa 3, Weşanên Firat, 1992 Stenbol).

    | Fehim Işık

Reklamlar