Blog Arşivleri

Gotinên Gunehkar An Jî Gotinên Azad û Dirust

“Gotinên gunekar” navê “novelek” ya Hesenê Metê ye. Dema min ew xwend û xilas kir, ez fikirîm; min got gelo vê pirtûkê çi karîgerî li ser min kir; di şûna xwe de çi hêla ser ruh û mejiyê min? Du gotinan di hişê min de olan dan, çûn û hatin; min qet nekarî ez xwe ji wan xelas bikim: azad û dirust.

Hesenê Metê li himberî gotinê dirust e û ne bendî ye, wekî “ena el-heqekê” daye pêy serowena fitreta însanî. Di vê rêyê de lewheyên ku te bigihîne rastiyê hestî ne; kêleka rê hemî hestiyê mirovan in, tazînek mirovî digirin.

Ji mar bigire heya hemî benderuhan û heya Xwedê, Hesenê Metê li himberî hemî hebûnê xwedanê gotina dirust û azad e. Ew gotinê ji tiştekê tenê re nake hêcet û alet. Ew li ti gotineka şaîrane jî nagere. Ew tenê sadiqê gotina rast e. Ti nîr li ser aqil û dilê wî, hestên wî nînin. Gotin li cem wî qet xira nebûye. Bi wê gotina dirust ew careka dî li bîra me tîne ku nivîsandina heqîqetê ne karê “tarîxçî” an jî “civaknasan” e. Tenê edebiyat dikare barekê wiha giran bide ser milê xwe; ji ber ku tenê ew xwedanê gotina azad û dirust e; merciyê ew jê destûrê jî bigire tine ye. Bi gotineka dî, edebiyat li dûv wê xezêneya însanî ya ku însanî bi destê xwe wenda kiriye digere; li wê hewa û auraya ku bi derewan û durûtiyê kirêt û genî nebûyî.

Hesenê Metê wî mekan û auraya wê xezîneyê hêj di destpêka “novela” xwe de wekî taswîrekî yê Meryemaya ezîz û Îsayê nûranî wiha raberî me dike: “Ku ruhekê şairane bi min re hebûya min ê ji we re bigota cîh û warekî wekî sîngê diya meriv e… zarokatiya xwe bifikirin, biçin xwe li ser sîngê dêya xwe dirêj bikin serê xwe danin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… û bikevin xew. A cîhekî welê ye. Ku we bivê bidine pêy min.” Belê di vî dergehî de hertişt bi masumiyeteka bêleke hêj pak û spî ye. Li vir mar jî di ser avê de nayêt kuştin, ji ber ku ew jî nobedarê wê masumiyeta bêleke ye.

Helbet, Hesenê Metê di serowena gotina dirust de, pirsan jî di serê mirovî de dide çêkirin: Gelo ew gotina ku dibêje “Mar di ser avê de nayê kuştin” li kû ma? Muqtedîran çawa gotina dirust xira kir û mar jî di ser avê de kuşt? Wan çawa gotara mezin tarîx jî, kir bendiyê xwe?

Ew çavên req belbûyî yên di metnê Hesenê Metê de qet li ser mirovî xwe nadin paş. Nerihetiyek dilê mirovî digire. Mirov nikare hêmin be. Agirê nava mirovî gur dibe. Metin bi xwe li himberî mirovî dibe xeyaletek û êrîşî mirovî dike.

Hesp, tekerlek, tren, wapûr, têl-telefona ji behra Manşê dirêjî bejiya Emerekiyê dibe; keştî û wargehên asmanî, e-dinya, xurme xurma tempoya pêşketinê qet ranewesta û bi fîziniya saroxên asîmanî berdewam e. Dibe ku di esrê 20ê de tiştek li ser rûyê erdê û di binê erdê de nema nehatî keşf kirin; dibe ku di gelek nêzîk de hindek planetên dî digel dinê bibin cîranên ku hergav rêyên wan li hev dikevin.

Lê kur û keçên mirovan ew xerabiya ji “qatilê pêşiyê” ji Kabîlî maye, heya niha jî çareser nekiriye. Di çaryeka pêşiyê ya esrê 21ê de jî, berbezînka “serkeftinê” hêj komên cinayet û bêexlaqiyan meşrû dibîne. Helbet li vir kelehên bayên hestên însanî baweşîn dikin û tîrêjên ji bircên wan didin wê bîra tarîya cinayetên kurê mirovan hêj ne qediyan e. Edebiyat hêj keleheka saxlem e bo parastina hemî keder û hêviyên li ser rûyê bêgunehan; xudanê gotina rast û azad e. Hesenê Metê di vê kelehê de bi çavên beloq radiweste; çavên wî mirovî rehet nahêlin…